Ajovanê otomobîleke li balafirxaneya Bexdayê Adil Ebdulmehdî şiband Nûrî Malîkî û got ku “Heyder Ebadî baştir e” vê gotina wî bala min kêşand. Ajovanê 36 salî digot ku Adil Ebdulmedî tirsonek e, û ew nikare biryaran bide. Bi nêrîna wî div ê mijarê de Ebdulmedî jî wek Malîkî ye û digot: “Divê kesek dest vekirî be, lê dê zilmê li xelkê bike.” Herî dawiyê jî got ku dê nebe serokwezîrekî bihêz.
Ez nizanim hema em li rasta kesên ji rewş dilgiran tên an jî bi piranîya welatiyan ji hikûmet, partî û xizmetguzariyan nerazî ne. Mazin ku ajovanê balafirxaneya Bexdayê ye, em birin cihe ku ew hevpeyvînê ligel Balyozê Îranê yê Bexdayê bikin. Roja em gihîştin Bexdayê em bi otomobîleke din çûn xwaringehek ku bi şêweya Bexdayê masiyan çêdike.
Ajovanê me 60 salî bû û piraniya rihe wî spî bû. Giraniya wî jî zêdetirî 100 kîloyan bû û otomobîlekî SAIPA ya îranî diajot. Eger ne neçarba ajonvanî nedkir û em jî li otomobî wî siwar nedibûn. Ajovan xelkê Bexdayê bû û ji rewşa bajêr nerazî bû. Ew di wê baweriyê de bû ku heta li Bexdayê liv û tevger çênebe ti encam ji protesto û xwepêşandanên bajarên din dernakeve.
Ajovanê taksiyê di heyama Sedam de li piraniya bajarên Iraqê geriyabû. Li bajarê Duhok û Silêmaniyê mabû. Di salê heştiyê de zêdeyî 10 salan li Hewlêrê ma ye. Bi wî tenê rewşanbîr dikarin kolanan bilivînin. Bi gotina wî rewşenbîrên Bxdayê bajêr li cih hiştine û çûne û niha tenê ji sedî 10 xelkê hişyar maye û bi vê rêjeyê liv û tevger çênabe.
Li gor ajovanî xwepêşandanên Meydana Tehrîrê ne xelkê asayî pêk anîn. Çimkî Bexda niha “Bêhemwelatî” ye. Kesên beşdarî xwepêşandanan dibûn alîgirên hinek partiyên siyasî bûn. Mûçeyên wan hatibûn qutkirin lewma daketin kolanan. Hemû ji aliyên partiyên siyasî ve hatin rêkxistin. Kesên mûçeyan wernagirin guhdariya hikûmetê nakin. Mûçe hebe nebe dernakevin ser kolaneyan.
Roja paşti em ligel ajovanê xwe Mazin bi hev re çû Balyozxaneya Îranê ya Bexdayê. Di rêya me de dîwera Herêma Kesk hebû. Li aliyê rastê jî malên di salên 80î de bi şêweyekî baş hatin dizaynkirin hebûn. Rê gelek xirabûn. Ziftê li ser ji heyama Beisê mabû. Darên qespan tozê girtîbûn. Li zibildangên li ser rêyan duman dirabû. Min ji ajovan pirsî heta kengê Bexda dê ji xizmetguzariyê bêpar bimîne. Piştî ez guhdarin keniya û got ku dê ti caran baş nebe.
Dema em li Kurdistanê behsa Bexdayê dikin, kesên bi çavên xwe xelkê Bexdayê û kolane û cadeyên wê nedîtine dibêjin parlamentonekî bihêz, hikûmeteke bipergel û rêvberiyeke xurt heye. Lê eger hûn herin Bexdayê hûn dê bibînin zibil ji pirtûkan zêdetir e. Ji rewşenbîriyê zêdetir paşmayîn diyar e. Herwiha diyar dibe ku Bexda ne navenda pêşketina niştîmana erebî ye û rastî ne wekî di televîzyonên iraqî de xuya dibe ye.
Bi çavê xelkê Bexdayê, Herêma Kurdistanê cîhanekî ciyawaz e. Ji bo xelkê Bexdayê girîngiya nedan an jî paşxistina mûçeyan nîne. Ew cadeyan, avahiyên bilind dibînin. Dema ez ji bo hevpeyvîneke ligel namzedê serokomariyê Fûda Husên çûm Bexdayê ajovanekî ji min re got “Li Hewlêrê yasayên hatûçûnê gelek bihêz in. Kes dikare di glupa sor de derbas bibe?” Tekez wî nebihîstiye ku polîsê hatûçûnê çimkî otomibîla kesekî berpirs rawestandibû hatiye birîndarkirin.
Li Balyozxaneya Îranê rêzek mezin ji me girtin. Herçiqas nasnameya me iraqî bû jî li wan wekî mêvan pêşwaziya me kirin. Bi awayekî germ pêşwaziya me kirin û goti ev der mala we ye. Ev yek bixwe çênebû. Wekî xelkê Bexda dibêjin, welat ne di destê hemwelatiyan de ye. Welat di destê berpirs û Heşda Şeibî de ye. Berpirs û Heşda Şeibî jî di destê Îranê de ne. Lê meyla xelkê jî ji bi tî aliyekê nîne.



