OPERASYONA MÛSILÊ – Dije Teror taxan paqij dike

Mûsil (Rûdaw) – Artêşa Iraqê li taxên Tehrîr, Ulema û Mûelîmîn, di nav xanî û avahiyan de lêgerîn û pişkînîna xaniyan kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, “Duh Artêşa Iraqê taxên Tehrîr, Ulema û Mûelîmîn kontrol kiribûn. Artêşa dixwaze gav bi gav nêzîkî navenda bajêr bibe. Îro jî hêzên Dije Teror li nav kolanan, mal û avahiyan karûbarên lêgerîn û pişkînînê dikin.”

 

Peyamnêrê me da zanîn ku îro 20-11-2016 pevçûn li gorî rojên din kêmtir bûye û xelk jî di nava malên xwe de ne.

 

Peyamnêrê me got: “Piraniya xelkê Mûsilê naxwazin ji malên xwe derbikevin û koçber bibin. Çekdarên DAIŞê jî wan weke mertal bikar tîne.”

 

Derbarê alîkariyên mirovî yên ji bo xelkê Mûsilê jî ragihand: “Piştî kontrolkirina taxan, rêxistinên xêrxwazî alîkariyê ji xelkê re tînin. Li vir pêwîstiyên sereke yên xwarinê nayên peydakirin. Lewma jî rewşa xelkê ne baş e.”

 

Senger Ebdurehman diyar kir ku ji ber şerê nav kolanan xelkê sivîl jî zirarekî mezin dibîne.