Rûmadî- DAIŞê bi 17 otomobîlên bombekirî êriş kir

Rûmadî (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê îro li nêzîkî bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê bi 17 otomobîlên bombekirî êrişî hêzên Iraqê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Çavkaniyekê ji hêzên ewlehiyê ji me re got, hêzê Iraqê li navçeya Bû Cilêb rastî êrişeke tund ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin, ew jî bi rêya 17 otomobîlên bombekirî.”

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand: “17 xwekuj di wan otomobîlan de bûn, lê hêzên Iraqê karîn çend kesan ji wan bikujin beriya ku bigihên cihê me.”

Niha hêzên Iraqê ku ji hêzên artêşê û ewlehiyê û Hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan pêk tê, operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê bo girtina bajarê Rûmadî birêve dibin. Rûmadî ji 17 Gulanê de di destê DAIŞê de ye.