FLAŞ – 2 kargehên bombeyan û 2 baregeh hatin teqandin

20-07-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq DAIŞ Enbar Bombebaran
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Firokeyên şer ên Iraqê di operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê de, êriş birin ser aregeha Dadgeha Şerîetê, baregeha Saziya Pêwendiyan û 2 kargehên bombekirina otomobîlan ên wê rêxistinê li navçeya Qayim û Cizîra Xalidiye û ew cih wêran kirin.

 

Çavkaniyekê ji Ofîsa Ragihandinê ya Polîsê Parêzgeha Enbarê ji Rûdawê re da xuyakirin: “Îro çarşemî firkoyên şer ên Iraqê yên ji core F-16 li navçeya Qayim û Cizîra Xalidiye yên li parêzgeha Enbarê êrişî çend cih û navendên DAIŞê kirin.”

 

Li gorî vê çavkaniyê, “firokeyên iraqî îro li nêzîkî bajarokê Obeydî ya girêdayî navçeya Qayimê êrişî baregeha Dadgeha Şerîtetê û kargehekê bombekirina otomobîlan a DAIŞê kirin û ew cih bi giranî bombebaran kirin.”

 

Herwiha heman çavkaniyê destnîşan kir: “Li cizîra Xalidiye jî firokeyên şer ên Iraqê yên ji core Sukhoy avahiya Dadgeha Şerîetê ya DAIŞê, kargeheke bombekirina otomobîlan û stasyoneke benzînê dane ber bombeyan û teqandin.”

 

Di encama bombebaranan de 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Hêzên leşkerî yên Iraqê bi piştevaniya çekdarên eşîran û firokeyên cengî yê Iraqê û hevpeymaniya navdewletî li ser operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst