BEXDA - Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî civiyan

Bexda (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê û li gel Serokwezîr, Serokomar û Serokê Parlamentoya Iraqê dicive.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û piştre civiyan.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand ku îro danê nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê û yekem civîna wî li gel Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ye û piştre dê li gel Serokomar Berhem Salih û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bicive.

 

Ev yekem serdana Nêçîrvan Barzanî ye bo Bexdayê weke Serokê Herêma Kurdistanê, ev jî piştî wê yekê ku roja 10ê vê mehê sonda yasayî xwar.

 

Nêçîrvan Barzanî di yekem gotara xwe ya piştî sondxwarinê de amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê nîşan dabû.

 

Piştî ragihandina kabîneya nû ya Iraqê bi serokatiya Adil Ebdulmehdî di Cotmeha derbasbûyî de, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê baştir bûn. Lê belê çendîn pirsgirêk bi awayekî neçareserkirî di navbera herdu aliyan de mane, ji wan mijarên petrol, budce û birêvebirina deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.