Berpirsê Îstixbarata Iraqê hate kuştin

20-04-2022
RÛDAW
Berpirsê Îstixbarata Fermandariya Operasyonên Sumerê Elî Cemîl Abd Xelef
Berpirsê Îstixbarata Fermandariya Operasyonên Sumerê Elî Cemîl Abd Xelef
Nîşan Fermandariya Operasyonên Sumerê Iraq Artêşa Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sererkaniya Artêşa Iraqê kuştina Berpirsê Îstixbarata Fermandariya Operasyonên Sumerê Elî Cemîl Abd Xelef ragihand.

Îro Çarşemê Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah di daxûyaniyekê de anî ziman, "Bi xemgîniyeke mezin nûçeya şahadeta Berpirsê Îstixbarata Fermandariya Operasyonên Sumerê Elî Cemîl Abd Xelef wergirt, dema ku li parêzgeha Zîqarê pirsgirêkeke civakî ya di navbera du eşîran de çareser dikir."

Ebdulemîr Reşîd Yarallah sersaxî ji malbata berpirsê îstixbaratê re xwest û diyar kir ku ew li ser karê xwe hatiye kuştin.

Nakokiya eşîretan li Iraqê, bi taybetî li naverast û başûrê Iraqê berbelav e û hikûmetên Iraqê yên ji sala 2003an heta niha, nikaribûn vê pirsgirêkê çareser bikin û heta niha nikaribûne endamên eşîretan ên ku ji aliyê dadgehê ve hatine xwestin jî bigirin.

Di sala 2018an de Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand ku çalakiyên gulebaranê yên bêserûber dê wek kiryarên terorî werin hesibandin û sûcdar rastî cezayên giran bên.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst