Kurdên Feylî piştî 15 salan dibin xwedî kursiyekî parlementoyê

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Feylî beşeke giring a neteweya Kurd in ku li deverên Başûrê Kurdistanê û li beşek li Rojhilatê Kurdistanê niştecih in. Kurdên Feylî piştî 15 salan kursiyekî kota yê Parlementoya Iraqê werdigrin.

 

Kurdên Feylî ji aliyê mezhebê ve Şîe ne, ev jî bûye sedema wê yekê ku hikûmetên Iraqê tundî li wan kirine ku herî zêde di serdema desthilatdariya Partiya Beisê de rastî tundiyê hatine ku gelekên wan ji Iraqê bo Îranê hatine derxistin.

 

Piştî sala 2003an û rûxandina desthilatdariya Beisê û hatina hikûmeta nû, Kurdên Feylî weke piraniya xelkê Iraqê ji Iraqa nû bi hêvî bûn ku mafên wan werin dayîn.

 

Piraniya Kurdên Feylî yên li Başûrê Kurdistanê li deverên Bedre, Cesan, Zirbatiye, Ezîze û Şehba yên ser bi parêzgeha Wasit, herwiha li deverên Xaneqîn, Mendelî, Gulale û Sediye yên ser bi parêzgeha Diyale ne û beşeke wan jî li sînorên parêzgeha Helebceyê ne. Herwiha ji ber awarebûna hejmareke mezin a Kurdên Feylî, hinek ji wan jî li devera Kîfah a ser bi bajarê Bexdayê niştecih bûne.

 

Piştî 15 sal ji bidawîbûna desthilata Sedam Husên, yekem car e ku Kurdên Feylî dibin xwedî kursiyekî Parlementoya Iraqê, ew kursî jî li ser parêzgeha Wasit e ku bi sîstema kota, ji bo Kurdên Feylî hatiye diyarkirin.

 

Kurdên Feylî di destpêka sala 2018an de Hevpeymaniya Feylî ya Iraqê pêk anîn ku ji Kongreya Giştî ya Kurdên Feylî û Partiya Gotûbêja Feylî û çend kesayetên siyasî yên Feylî pêk hatiye.

 

Yek ji rexneyên ku li Kurdên Feylî tê girtin, dabeşbûna wan a bi ser herdu bereyên mezhebî û netewî ye.

 

Beşeke berbiçav a Kurdên Feylî mijara Kurdbûna xwe dixin pêş mezheba xwe ku Şîe ne, beşeke din jî meyla wan bêhtir li ser bereya mezhebî ye ku dixin pêşiya netewa xwe.