Bexda (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro di civîneke çapemeniyê de hejmara lîste û hevpeymaniyên ku beşdarî hilbijartinan dibin, ragihand.
Ji bo hilbijartinên Iraqê, ku biryare di 12ê Gulanê de birêve biçin, 25 hevpeymanî û 63 partiyan navê xwe tomar kirine. Bi giştî 6 hezar û 904 kesan jî ji bo 329 kursiyan xwe kirine namzed.
Nav û hejmara beşek ji wan lîste û hevpeymaniyan wiha ne:
- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): Jimare 184.
- Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê: Jimare 162.
- Tevgera Gorran: Jimare 142.
- Tevgera Nifşên Nû: Jimare 120.
- Lîsteya Nîştîmanî ya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî: Jimare 183.
- Komela Îslamî ya Kurdistan: Jimare 104.
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Jimare 175.
- Hevpeymaniya Dewleta Yasa: Jimare 152.
- Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê: Jimare 128 .
- Hevpeymaniya Nesr a Heyder Ebadî: Jimare 158.
- Tevgera Hikme ya Nîştmanî: Jimare 118.
- Tevgera Babilion: Jimare 166.
- Komeleya Suryaniyan: Jimare 131.
- Eniya Tirkmenî ya Kerkûkê: Jimare 123.
- Partiya Federalîzma Nîştmanî: Jimare 107.
- Bereya Feylî: Jimare 108.
- Hevpeymaniya Feylî ya Iraqî: Jimare 182.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse