MÛSIL - 39 zarok, pîr û kal ji birçiyê mirin

Mûsil (Rûdaw) – Li gorî amarên dawiyê li rojavayê Mûsilê nêzîkî 600 hezar kes dijîn. Li  gorî gotina şahidan, nîştecihên li aliyê rojavayê Mûsilê niha bê nan û av in. Herwiha ji ber nebûna sotemeniyê, ji box we germkirinê kelûpelên nav mala xwe dişewitînin.

 

Roja 19ê Sibatê Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye.

 

Zêdetirî 3 mehan e 55 taxên rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatine dorpêçkirin. Dorpêçê nefesa nîştecihên vê aliyê Mûsilê jî şidandiye. Ev çend rojek e taxên rojavayê Mûsilê ji erdê û esmanan ve tên bombebarankirin.

 

Karmendê Şaredariya Wadî Hecer a Mûsilê Sîd Mûsa ji Rûydawê re ragihand, “10 roj beriya niha 3 kîlo ard dane me. Elektrîka me heye lê buhaya tiştên xwarinê pir giran in. Weke mînak hêkek bi hezar û 500 dînaran (dolarek û 20 sent) e.”

 

Li gorî raporekî Rewangeha Mafê Mirovan a Iraqê, meha derbasbûyî 25 zarok û 14 pîr û kal ji ber birçibûnê jiyana xwe ji dest dane.

 

Nîştecihê taxa Farûq a Mûsilê Nesir Taî, ji bo ji rojavayê Mûsilê derbasê rojhilat bibe, 600 dolar daye. Taî ji Rûdawê re eşkere kir, ku li aliyê rojava derman jî bidest nakevin.

 

Plana Artêşa Iraqê

 

Artêşa Iraqê hewl dide, di hefteya yekemîn a operasyona rojavayê Mûsilê de firokexaneyê kontrol bike. Ji ber ku xelkê sivîl li nêzîkî firokexaneyê nînin. Kontrolkirina firokexaneyê jî weke serkeftineke statejîk tê hejmarkirin.

 

Artêş xwe amade dike ji taxên Filistîn û Yarimceyê re derbasî rojavayê bajêr bibe. Ji van taxan re dikare pirên leşkerî dayne ser rûbarê Dîcleyê.

 

Li gorî zanyariyan, di navbera 3 heta 4 hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hene. Tê gotin, ku dê şerê herî giran li taxên Şîfa, Necar, Denden, Hawî Kenîse, Coseq, Mensûr, Teyeran, Simûd û 17ê Temûzê rûbidin.

 

Nîştecihekî Mûsilê yê bi navê Kazim Elî ji Rûdawê re got, ku DAIŞê di nav taxan de berbest nanîne, gelek bombe vedane da ku di hêzên ewlekariyê de biteqîne.  

 

Şirovekarê siyasî Ebdulcebar Cibûrî jî îdîa kir, ku DAIŞê nêzîkî hezar xwekuj amade kirine. Ji ber ku ev şerê wan ê dawiyê ye li Iraqê. Lewma Cibûrî pêşbînî dike, ku nîvê bajarê Mûsilê hilweşe.

 

DAIŞ ji bo şkînandina dorpêça ser rêya Telafer û Şingalê hemû hewlan dide. Hefteya derbasbûyî li ser vê xetê zêdetirî 10 êrîşan pêk anî. Lê bi ser neket.

 

Artêşa Iraqê jî ji bo operasyona nav kolanên teng plan dike ku otomobîlên biçûk û bi zirxpoş ên Mrizr4 bikar bîne. Ji ber ku tang û zirxpoş nikarin bikevin nav kolanên weke Farûq, Bab Legîş, Meydan, Şeyxûn, Xibre Bezûn, Bab  Seray.