Bi mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Berxwedana Îslamî ya Îraqê Baregeha Eyn Esedê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” ragihand ku wan li bajarê Enbarê bi mûşekan êrişî baregeha Eyn Esedê ya Amerîkayê kiriye.

Li gorî du çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê, bi 20 mûşekan baregeha Eyn Esedê ya li bajarê Enbarê yê Îraqê bûye armanc û 5 mûşek jî ketine nav baregehê.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl da zanîn ku hinek ji wan mûşekan li nêzîkî navenda artêşa Îraqê ketine û leşkerekî Îraqê jî birîndar bûye.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê êrişê girt ser xwe

Grûpa Şîe ya bi navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” derbarê êrişê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê diyar kir ku wan baregeha Eyn Esedê ya li bajarê Enbarê kir armanc.

Grûpa Şîe herwiha da zanîn ku ew dê êrişên xwe bidomînin.

Grûpa Şîe ya ku bi navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” berî du rojan ragihandibû ku wan li ezmanên Diyalayê balafireke bêmirov a Amerîkayê kiriye armanc.

Medyaya xwecihî ya Îraqê ragihand ku bi gelek mûşekan êrişî Baregeha Eyn Esedê hatiye kirin.

Li Îraqê grûba bi navê "Berwexedana Îslamî ya Îraqê" ya ku milîsên şiî yên alîgirê Îranê jî di nav de ne gelek caran wekê "bersiva êrişên dijî Xezeyê" êrişî baregehên Amerîkayê dikin. 

Di vê çarçoveyê de Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê, Baregeha Asîmanî ya Herîrê ya li Hewlêrê, Baregeha Leşkerî ya Vîctorya ya li Bexdayê û baregeha Amerîkayê ya nêzîkî Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê çendî caran bi dronên bombebarkirî hedef hatin girtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst