Galeriya wêneyan

20-01-2019
14 Photos
RÛDAW

Enbar (Rûdaw) – Reşîd ê temen 65 salî xelkê parêzgeha Enbar a Iraqê ye û zêdetirî 40 salan e ku qehweyê difiroşe û bi wê yekê debara malbata xwe peyda dike.

Reşîd ku ji ber êrîşên DAIŞê bajarê Enbarê û mala xwe terikandibû, piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Iraqê ve vegeriyaye bajarê xwe û careke din li ser cadeyeke bajarê Rumadî yê navenda parêzgeha Enbarê, bûfeyeke firotina qehweyê daniye û hewl dide, vegere jiyana xwe ya asayî.