Li Xurmatûyê helîkoptera Îraqê ket

19-12-2023
Nîşan Xurmatû Helîkopter Ketin Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Xurmatûyê ya parêzegeha Selahedînê helîkoptereke Îraqê ket.

Li gorî ragihandina Wezareta Parastinê ya Îraqê bûyerê vê sibehê rû da.

Di bûyerê de pîlotê bi navê Merwan Celal mir û pîlotê bi navê Ela Selman jî birîndar bû.

Wezareta da zanîn ku Ela Selman li nexweşxaneyê tedawî dibe.

Wezareta Parastinê ya Îraqê destnîşan kir ku ew helîkopter ji Balafirgeha Hilêweyê rabûye û piştî rabûna xwe bi demeke kurt ji ber xetayeke teknîkî ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst