Sedr bo Amirî: Min hevpeymanî li gel te kir, ne li gel gendelkar û milîsan

Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedr peyamekê bo Hadî Amirî dişîne û bazara mezin a kirîna wezaretan aşkere dike. Sedr dibêje, “Min hevpeymanî li gel te kir, ne li gel gendelkar û milîsan.”

 

Rêberê Tevgera Sedrê Muqteda Sedr bo Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amirî peyamek şand û têde got: “Di navbera hinek ji endamên Fethê û hinek ji endamên Sunneyên siyasî yên nav Hevpeymaniya Binyadê de bazariyeke mezin heye, bi mebesta ku wezaretan bi pereyekî zêde û bi piştevaniya derve bikirin, ku nimûneya wê tune ye.”

 

Sedr ji Hadî Amirî re dibêje: “Em rêkevt in ku bi hev re Iraqê bi şêweyekî dirust û şêwazekî nû birêve bibin, ku serbixwe û serweriya wê were parastin. Em li ser sozên xwe bi hev re berdewam bin bo Iraqa xoşewîst û gelê wê.”

 

Muqteda Sedr destnîşan kir: “An em dê berdewam bin li ser wê rêkevtinê, an jî hemû deskevtiyan bo xwe bibin û bi wê şêweyê hûn çawa dixwazin li ber çavê gel bi kar bînin an jî bo çaksaziyê hewl bidin. Wek we soz dabûn, rikberiyê li ser hesabê nîştimaniyê nekin.”

 

Sedr ji Amirî re dibêje: “Min hevpeymanî li gel te kir, ne li gel geldelkar û milîsan, guman heye ku tu li ser peymana xwe mabî bo berevaniyê û yekdestkirina Heşda Şeibî bo rizgarkirina ew cihên mayî yên Iraq û gelê wê.”