Di 24 saetan de 3 êriş: Li Îraqê çi diqewime?

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îraqê di 24 saetan de 3 caran êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê hat kirin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di 24 saetên dawiyê de 3 caran êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê hatiye kirin.

CENTCOMê da zanîn ku ev êriş bi dronan hatine kirin û hinek leşkerên wan birîndar bûne.

CENTCOMê agahiyên li ser êrişê li ser malpera xwe parve kirin.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat gotin ku “Artêşa Amerîkayê bersiv daye wan êrişan.”

Piştî êrişa li Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê, hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tên armancgirtin.

Şeva borî bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li baregeha Tinefê ya başûrrojhilatê Sûriyeyê jî hatibû kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan destnîşan kiribû ku ev êriş ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve hatiye encamdan.