Nûrî Malîkî: Piştgirî didim du parçebûna Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî Malîkî eşkere kir, ku ew piştgirî dide wê yekê ku Kurdistan ji aliyê du rêveberiyên cuda ve were birêvebirin.


Nûrî Malîkî, ku di heman demê de Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa ya Iraqê ye, di hevpeyvînekê ji televziyonekê re got: “Ez piştgirî didim avakirina herêmeke din li Herêma Kurdistanê. Ew ne be jî parêzgehên Kurdistanê bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve werin girêdan.”

 

Malîkî îdîa kir, ku ti Mesûd Barzanî hemû dostên xwe ji dest daye û got: “Tenê Îsraîl piştgiriyê dide wî û ew bê pipştgirî maye.”

 

Di berdewama axaftina xwe de Malîkî ragihand: “Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê xiraptir bûye. Pêşmerge ti axek azad nekiriye tenê parastina hinekd everan kiriye. Giştpirsî qonaxekî eşkere bû, ji bo kurd hejmûna xwe bisepînin.”

 

Li ser bûyerên Kerkûkê jî Nûrî Malîkî daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku rêzê ji serkirdeyên Silêmaniyê re bigre çimkî ew li pişta Bexdayê sekinîne.