Li Mûsilê di navbera DAIŞê û Heşda Şeibî de şerekî dijwar derket

19-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mûsil DAIŞ Heşda Şeibî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Hezer a li başûrê bajarê Mûsilê şeva bihorî di navbera çekdarên DAIŞê û Heşda Şeibî de şer û pevçûn derket. Qaymeqamê qezaya Hezer jî ragihandiye, di pevçûnan de 10 çekdarên DAIŞê û du berpirsên Heşda Şeibî hatine kuştin û 8 çekdarên Heşdê jî birîndar bûne.

Qaymeqamê qezaya Hezerê, Besman Ehmed Sultan şeva Yekşembê ji Rûdawê re ragihand, bi şev li navçeya Cizîre ya Hezerê bi dûriya 60 kîlometre ji navenda qezaya Hezerê, şer û pevçûn di navbera Lîwaya 44 a Heşda Şeibî naskirî bi Lîwaya Ensar Merceîyet û çekdarên DAIŞê de çêbûye.

Qezaya Hezer dikeve başûrê parêzgeha Neynewa ya Iraqê.

Şer û pevçûna şeva bihorî piştî wê yekê çê bû, ku Heşda Şeibî duh li navçeyê operasyonek li dijî DAIŞê da destpêkirin.

Bi gotina qaymeqamê qezaya Hezer, li gor zanyariyên herî dawîn di şer û pevçûnan de 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Besman Ehmed Sultan got, Çekdarekî DAIŞê xwe teqandin û di encam de Fermandarê Hêza Bersivdana Bilez a Lîwaya Ensar Merceîyet Elî Ubêyd Berkî û Elî Xilêwî Sefranî naskirî bi Ebû Husên ê bi pileya Muqedem û ji Lîwaya Ensar Merceîyet hatin kuştin.

Derbarê mijarê de Lîwaya 44 a Heşda Şeibî dauxyaniyek belav kiriye û ragihandiye, di şer û pevçûnan de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya wê hêza ser bi Heşda Şeibî ve, çekdarên DAIŞê dema xwestine biçin nav tunelekê du êlekên bombekirî teqandine û di encam de çekdarekî Heşda Şeibî hatiye kuştin û 8 çekdarên din jî birîndar bûne.

Paşê Lîwaya 44 a Heşda Şeibî di daxuyaniyeke duyem de ragihand, Fermandarê Hêza Bersivdana Bilez a wê lîwayê, Elî Ebêyd Berkî di şer de hatiye kuştin.

Herwiha malperên nêzîkî Heşda Şeibî wêneyê Elî Xilêwî Sefranî jî belav kirine û ragihandine, ku ew jî di şerê li başûrê Mûsilê de hatiye kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst