Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên hilbijartinan pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Federalî ya Iraqê îro Yekşemî 19ê Tebaxa 2018 bi biryarekê encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal ên parlamentoya Iraqê pesend kir.


Piştî derbasbûna zêdetir ji 3 mehan, îro Dadgeha Federalî ya Iraqê encamên hilbijartinên parlamentoya wî welatî pesend kir.


Berdevkê Encûmena Dadweriya Iraqê û Dadgeha Federalî, Eyas Samûk di daxuyaniyekê de ragihand: “Dadgeha Federalî lîsta herî dawîn a navê parlamenteran a piştî hejmartina destî ya dengan ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye şandin, pesend kiriye.”

 

Eyas Samûk herwiha dibêje: “Dadgehê hûrbînî bo wan navan kir, ku ji aliyê komîsyonê jê re hatiye şandin, li gorî nivîseke fermî ya 17ê vê mehê, piştî hûrbîniyên derbarê navan de û îtîrazên li ser hinek ji wan navan, dadgehê îro yekşemî piştî nîvro biryara pesendkirina navê parlamenteran û biryar bi koma dengên endaman hate dayîn.”

 

Pesendkirina encamên hilbijartinan û navên parlamenteran di demekê de ye, ku hêj aliyên iraqî berdewam in li ser gotûbêj û danûstandinên xwe, jibo ku mezintirîn fraksyona parlamentoyê û kabîneya hikûmeta nû pêk bihînin.

 

Roja 12ê Gulana îsal hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê hatibû lidarxistin, lê belê li ser ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinan ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve, çend partî û aliyên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan dabûn û li komîsyona hilbijartinan û piştre jî li dadgeha federalî gilî tomar kiribûn.