17 hezar koçber vegeriyane Deşta Nînowa

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Derbaz Mihemed ragihand, ku 17 hezar koçberên Deşta Nînowayê ji kampan vegerina ser mal û halê xwe.

 

Îro Şemiyê 19-08-2017, Wezîrê Koç û Koçberan a Iraqê Derbaz Mihemed, ragihand: Nivîsîngeha Wezareta Koç û Koçberan pêşwazî li 17 hezar koçberên navçeya Hemdaniye û nahyeyên Bertile, Başîk û Nemrûdê kiriye û ew vegerina malên xwe.

 

Derbaz Mihemed amaje bi wê yekê kir, ku berawirdê hejmara şêniyên vê herêmê, hejmara kesên vegerina pir kêm in lê ev yek destpêkeke baş e.

 

Mihemed da zanîn, ku wezaret han dide da ku hejmareke zêdetir ê xelkê van herêman vegerin cihên xwe.

 

Ji ber şerê DAIŞê li Deşta Nînowa bi deh hezaran kes cîh û warên xwe bicîh hiştibûn. Hê jî hejmareke zêde yê xelkê Deşta Nînowa û Mûsilê di kampên Başûrê Kurdistanê û Iraqê de dijîn.