71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê di rewşeke xirab de girtî ne

19-07-2023
RÛDAW
71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê di rewşeke xirab de girtî ne
71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li Bexdayê di rewşeke xirab de girtî ne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 4 mehan e 71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, li Bexdayê girtî ne ku di nav wan 71 girtiyan de, 5 jin hene.

71 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi tohmeta ku bi îqameya Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê hatine girtin.

Jineke girtî ya bi navê Rîhab Mazin ji nav cihê ku hatiye girtin dîmenên xwe ji Rûdawê re şandine.

Di dîmenan de, tenê her 5 jin di cihê ku hatine girtin de ne, ew jin hawara xwe digihînin Herêma Kurdistanê û dibêjin, “Me ji vê rewşê rizgar bikin.”

Rîhab dibêje, eger kes bi hawara wan ve neçe, wê wan radestî Hikûmeta Sûriyê bikin. Eger ew zilamên di nava wan girtiyan de, radestî Hikûmeta Sûriyê bên kirin, wê demê wê rewşa wan gelekî ne baş be.

Her wiha Kubar Reşîd a ku yek ji wan jinên girtî ye beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Em 4 meh in girtî ne û ji me re dibêjin em ê roj bi roj we bişînine Sûriyê. Ji bo îqameyê me girtine û forma me jî Erbîl e, qebûl nakin, dibêjin hûn Kurd in, çima hatine Bexdayê? Em bang li Mesrûr Barzanî dikin ku me ji vê rewşê rizgar bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst