Piraniya gorên bikom ên şerê DAIŞê nehatine vedan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê û Herêma Kurdistanê, 202 gorên bikom ên şerê DAIŞê hatine dîtin, lê heya niha beşekî mezin ji wan goran nehatine vekirin. Nêzîkî nîvê wan gorên bi kom, li Neynewe hatine dîtin.

 

Netewên Yekgirtî di rapora xwe ya dawiyê de, amarên nû di derbarê gorên bikom de eşker kirine, ku bi rêya çend tîman, ku ew çend mehin li Iraqê û Herêma Kudistanê lêkolînan dikin, belgeyên baş bidest xistine.

 

Rapora Netewên Yekgirtî amaje bi 95 gorên bikom li sînorê parêzgeha Neynewayê û 37 gorên din li sînorê Kerkûkê dike.

Herwiha di raporê de hatiye gotin ku 36 gorên bikom li sînorê parêzgeha Selahedînê û 24 gorên bikom jî li sînorê parêzgeha Enbarê hatine dîtin.

 

Di navbera bajarokên Riyaz û Reşad de ku girêdayî parêzgeha Kerkûkê ne, 28 gorên bikom ên şerê DAIŞê hatine dîtin, tê pêşbînîkirin ku termê 4 hezar kesan di wan gorên bikom de be.

 

Ew yek di demekê de ye ku 202 gorên din ên bikom li Iraq û Herêma Kurdistanê mane ku nehatine vekirin.

 

Tenê li sînorê Şingalê 77 gorên bikom ên şerê DAIŞê mane ku nehatine vekirin û tê pêşbînîkirin ku termê 2 hezar Kurdên Êzidî di wan goran de be.

 

Rêveberê Birêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîdan a Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sîrwan Celal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bo vekirina gorên bikom bûdceyeke zêde pêwîst e. Li gor nirxandina rêxistinên navdewletî, bo vekirina wan pêdivî bi zêdeyî du salan heye.

 

Sîrwan Celal behsa wê yekê kir ku hikûmeta Iraqê tenê butçeyê bo Fermangeha Gorên Bikom a ser bi Dezgeha Şêhîdan a Iraqê dabîn dike, lê Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê ti butçeyek bo vekirina gorên bikom li ber destê wê nîne û her gorek jî ku vekin, divê bi hevahengiya ligel hikûmeta Iraqê be.

 

Li gor raporeke Netewên Yekbûyî ku taybet bi gorên bikom ên şerê DAIŞê hatiye amadekirin, 12 hezar term di gorên bikom de ne ku li çend deverên Iraqê ne.

 

Piştî kontrolkirina navçeyên bin desthilata DAIŞê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî tîmekî hevbeş bo vekirina gorên bikom bi nave Tîmê Niştimanî yê Gorên Bikom pêkanîn, ew tîm berpirs e ji vekirina gorên bikom û di meha Nîsana 2019an de nêzîkê 10 gor li Şingalê vekirine û karê wan ê siberojê vekirina gorên bikom ên Semawe ye.