Li Besrayê bi rokêt êrîşî kompanyaya Exxon Mobil a amerîkî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro danê sibê li parêzgeha Besrayê li başûrê Iraqlê bi mûşek êrîşî kompanyaya amerîkî ya petrolê Exxon Mobil hate kirin, çavkaniyekê ji vê kompanyayê jî ji Rûdawê re ragihand, îro 20 karmendên biyanî yên kompanyayê vedigerînin.

 

Berpirsekî pilebilind ê kompanyaya Exxon Mobil a amerîkî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, piştî êrîşa îro ji Rûdawê re axivî û ragihand, “êrîşa îro binkeya rêveberiyê ya kompanyaya Exxon Mobilê li navçeya Bercisiye ya li Besrayê kiriye armanc û mûşek jî li cihekê bi dêriya 500 metran ji binkeya îdarî ya kompanyayê ketiye xwarê.”

 

Bi gotina heman çavkaniyê taybet, di encama êrîşê de ti zirarên canî çênebûne, lê belê “kompanyaya Exxon Mobil biryar daye ku êvara îro 20 karmendên xwe ji Besrayê vekişîne.”

 

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê jî ku nusxeyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin, “mûşekek ji corê Katyuşa li navçeya Bercisiyeyê li kompanyaya Exxon Mobil a kolandina bîrên petrolê ketiye.”

 

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê herwiha daye xuyakirin, di encama êrîşê de li gor amarên destpêkê 3 kes birîndar bûne.

 

Êrîşa îro di demekê de ye ku şeva bihorî bi mûşekekê êrîşî ser Fermandariya Operasyonên Neynewa û koşka serokatiyê li bajarê Mûsilê, ku rahênerên amerîkî li wê derê hene, hatibû kirin, lê belê di encama êrîşê de ti zirarên canê çênebibûn.

 

Herwiha şeva 17ê Hezîrana 2019ê, 3 mûşek arasteyê Serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê hatibûn kirin, ku li Serbazgeha Tacî jî hêzên serbazî hene.