Rojnamevan nebû hevalê wan gulebaran kirin

19-05-2015
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Mûsil Rojnamevan
A+ A-

Mûsil (Rûdaw)- Rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê rojnamevanek gulebaran kir, ji ber ku red kir bibe alîgirê wan.

Berpirsê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxa Mûsilê, Ekrem Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê, îro danê sibehê rojnamevan Fîras Elbehrî li nava Mûsilê gulebaran kirin.”

Ekrem Silêman wiha got: “3 roj mohlet ji wî rojnamevanî re hatibûn danîn ku, tobe bike û tevlî wan bibe, lê Fîras Elbehrî ew yek nekir û îro hat gulebarankirin.”

Silêman wiha domand: “Elbehrî 7emîn rojnamevan e ku ji aliyê DAIŞê vet ê kuştin. Niha 10 rojnamevanên din jî di destê wan de ne û çarenivîsa wan nediyar e.”

Tê zanîn ku beriya nêzîkî salekê rêxistina DAIŞê bajarê Mûsilê kontrol kir û wel kurd û xristiyanan, rojnamevan jî kir armanca xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst