Muqteda Sedir: Tirkiye bi awayekî ne rewa û bê hincet axa Iraqê bombardûman dike

19-04-2022
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sedir Tirkiye Irak Herêma Kurdistanê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku Tirkiye bi awayekî “ne rewa û bê hincet” axa Iraqê bombardûman dike û daxwaz jê kir, eger li nav axa Iraqê metirsiyek li ser hebe, hevahengiyê ligel hikûmeta navendî bike bo bidawîanîna wê metirsiyê û got: “Ew şiyana hêzên emnî yên Iraqê heye.”

Îro 19ê Nîsana 2022ê, Muqteda Sedir tweetek derbarê bombardûmankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve belav kir. Muqteda Sedir nivîsiye: “Tirkiyeya cîran bi awayekî ne rewa û bê hincet axa Iraqê bombardûman kir, eger ji nav axa Iraqê metirsiyek li ser heye, divê ligel hikûmeta Iraqê hevahengiyê bike bo bidawîanîna wê metirsiyê û ew şiyana hêzên emnî yên Iraqê heye.”

Muqteda Sedir dibêje, eger ew bombardûmana Tirkiyê dubare bibe bê deng nabin û Iraq rê nade destdirêjiya ser xwe û têkdana rewşa emnî, wek çawa rê nade destdirêjî bo ser Tirkiyê jî bê kirin.

Karvedana Sedir piştî wê yekê hat ku roja 18ê Nîsana 2022ê artêşa Tirkiyê operasyoneke nû ya serbazî bi hinceta PKKê li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ew operasyona serbazî ya artêşa Tirkiyê şermezar kir û ragihand ku pêkanîna wê operasyonê binpêkirina serweriya Iraqê ye û berovajiya yasayên navdewletî ye ku peywendiyên navbera herdu welatan organîze dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst