Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê: Sextekarî di boyaxê de nayê kirin

Bexda (Rûdaw) – Endamekî komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê ragihand, gotegotên ku li ser sextekarî di hilbijartinên enumenên parêzgehên Iraqê de tên belavkirin bêbingeh û derew in.

Endamê komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê Sîrwan Ehmed Reşîd, li ser şik û gotegotên li ser sextekarî di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku sibê tê sazkirin ji Rûdawê re axivî û diyar kir, gotegotên han bêbingeh û derew in.

Reşîd wiha axivî: “Dibêjin sextekarî dê di boyaxa dengdanê de bê kirin. Tiştekî wisa rû nade ji ber ku boyax ji Brîtanya tê ji ber wê jî sextekarî di boyaxê de nayê kirin.”

Li gorî wî endamê komîsyona hilbijartinan, eger sextekarî jî bê kirin dê li dengan de bê kirin nek li boyaxê de.

Sîrwan Ehmed Reşîd bang li aliyên siyasî jî kir ku eger hîle û sextekariyek dîtin komîsyonê agahdar bikin.

Li ser hejmara çavdêrên hilbijartinan de jî Reşîd da zanîn, ji bo çavdêriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê 45 hezar û 141 çavdêrên navxwe û 268 çavdêrên biyanî hatine destnîşan kirin, her wiha 175 hezar û 273 nûnerên sazî û aliyên siyasî û nêzîkî 700 rojnamevanên biyanî û iraqî hilbijartinan dişopînin.

Sibê 14 parêzgehên Iraqê dê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin û ji bo hilbijartina endamên encumenên parêzgehên xwe deng bidin.