NATO hejmara şêwirmend û serbazên xwe li Iraqê 8 qat zêde dike

19-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATO ragihand, wezîrên berevaniyê yên welatên endam di  NATO de li ser wê yekê rêkeftine ku çalakiyên NATO li Iraqê berfirehtir bikin û hejmara serbaz û şêwirmendên xwe li Iraqê ji 500 kesan bo 4000 kesan zêde bikin.

Civîna wezîrên berevaniyê yên welatên endamê NATOyê duh li Brukselê hat lidarxistin. Piştî bidawîhatina civînê ku tyabet bû bi gotûbêjkirina çalakiyên NATO yên li Iraq û Efxanistanê, Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê NATOyê di konferanseke rojnamevanî ya online de amaje bi wê yekê kir ku ew razî bûne çalakî û rahênên xwe li Iraqê berfireh bikin, da ku alîkariya hêzên ewlekarî yê Iraqê di rûbirûbûna DAIŞ û grûpên terorîstî de bikin.

Bi gotina Sekreterê Giştî yê NATO, ji niha şûnde rahênan û perwedeya wan li Iraqê berfirehtir dibe û dê rahênan bi dezgehên emnî yên zêdetir bê kirin, herwiha ew rahênan û perwerde dê sînorê Bexdayê derbas bikin ku berê şêwirmendên wan tenê li Bexdayê hebûn.

Jens Stoltenberg diyar jî kir, ku berfirehkirina çalakiyên NATO li Iraqê dê bi awayê qonax bi qonax be û tekez kir: “Em rahênan û perwerdeya NATO bi giring dibînin ji bo zêdekirina şiyanên hêzên ewlekarî yên Iraqê, ji ber ku ew baştirîn rê ye ku em bikaribin rê li ber vegera DAIŞê bigirin”.

Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan jî kir ku tevahiya çalakiyên wan li Iraqê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û bi rêzgirtin li serweriya wî welatî tên pêkanîn.

Stoltenberg herwiha da xuyakirin, ku demeke dirêj e NATO li Iraqê çalak e, ji ber ku bi gotina wî endamên NATO di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de beşdar in û tekez kir, “Em ji nêzîk ve kar li gel hikûmeta Iraqê dikin û şîreta didin wan”.

Têkildarî têkildarî asta berfirehiya çalakiyên wê hevpeymaniyê yên li Iraqê, Sekreterê Giştî yê NATO got, qebareya çalakiyên niha yên NATO li Iraqê beramber wan çalakiyên ku ji bo pêşerojê hatine plankirin û wezîrê berevaniyê yên welatên endam li ser wê li hev kirine, gelekî biçûk e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst