Zaroka neh salî kuştibû û şewitandibû, dê were bidarvekirin

19-01-2024
Nîşan Babil Rîtac Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Babilê cezayê îdamê da wê jina ku Rîtaca neh salî kuştibû.

Jinekê Îlona 2023yan li parêzgeha Babilê ya Îraqê keçika neh salî ya bi navê Rîtac revandibû.

Piştî demekê termê Rîtacê yên parçekirî û şewitandî hatibû dîtin.

Dadgeha Tawanan a Babilê doh cezayê bidarvekirinê da wê jina gumanbar.

Li gorî daxuyaniya Encûmena Bilind a Dadê, ew jin li xwe mikûr hatiye ku wê Rîtac kuştiye, parçe kiriye û şewitandiye.

Wê jina ku cîrana mala Rîtacê bû herwiha got ku wê ev tişt ji bo veşartina sûcê xwe kirine.

Li gorî Madeya 406an a Yasaya Cezayan a Îraqê, ew jin dê bi sedema “kuştina biqesd” were daliqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst