Leşkerên Sûriyeyî li Enbarê xwenîşandan kir: Dixwazin vegerin

18-12-2024
RÛDAW
Leşkerên Sûriyeyî / Wêne: Ji dîmenan
Leşkerên Sûriyeyî / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Leşkerên Sûriyeyî Enbar Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Sûriyeyî yên ji welatê xwe reviyane Enbarê xwenîşanda kir û wan xwest vegerin Sûriyeyê.

Qaymeqamê navçeya Rûtbeyê Îmad Dlemî ji Rûdawê re derbarê xwenîşandanê axivî.

Îmad Dlemî got, "Leşkerên ji Sûriyeyê duh li kampa ku kom bûne, xwenîşanda kir û wan daxwaza vegera welatê xwe kir.

Em li benda rênîşandan û hevahengiya Bexdayê ne ku ji sedî 70î ji wan vegere Sûriyeyê.”

Hinek dixwazin vegerin hinek dixwazin li Îraqê bimînin

Bi gotina Îmad Dlemî tevî ku piraniya leşkeran dixwazin vegerin jî lê hinek dixwazin li Îraqê bimînin.  

Dlemî diyar kir ku di nava leşkeran de rutbeyên wekî lîwayê jî hene û hinek ji wan jî karmendên gumrika Sûriyeyê ne.

Qaymeqamê navçeya Rûtbeyê her wiha eşkere kir ku leşker bi taybetî piştî derxistina efûyê dixwazin vegerin welatê xwe lê ji ber girtina sînor û nebûna balafiran, vegera wan dereng ketiye.

2 hezar û 150 leşker li kampê ne

2 hezar û 150 leşkerên Sûriyeyê li kampa li nêzîkî balafirgeha leşkerî ya Murasenetê bi cih bûne.

Ew kamp 70 kîlometrî dikeve rojavayê Rûtbeyê û xaçerêya Trablus-Tenafê.

Îmad Dlemî her wiha da zanîn ku elektrîka kampê nîne, av jî têrê nake

Navçeya Rûtbeyê ya Enbarê navçeya herî mezin a Îraqê ye, 300 kîlometrî dûrî Rumadiyê ye û dikeve di navbera Urdin, Sûriye û Erebistana Siûdiyê de.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Bassem Awadî jî îro ji Rûdawê re got, "Nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê îro xwe li sînorê Îraqê girtine û bi razîbûna me derbasî nav axa Îraqê bûn."

Parlamenterê Îraqê Naîf Şemmerî got, "Roja 10ê Kanûna Pêşîn parêzgarê Hesekê, Birêvebirê Asayîşa Hesekê û berpirsê Partiya Baasê yê Hesekê di deriyê sînorî yê Rebîayê derbasî Îraqê bûn."

Naîf Şemmerî da zanîn ku kon û stargeh ji bo leşkerên Sûriyeyî li Enbarê hatine vedan.

Îraq û Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 kîlometran sînorên hevbeş li gel Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst