Mihemed Şiya Sûdanî: Îro ji bo Îraqê rojeke niştimanî ye

18-12-2023
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdan Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser hilbijartinan got, “Îro ji bo Îraqê rojeke niştimanî ye.”

Sûdanî da zanîn, “Hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji bo ku desthilat bikeve destê parêzgariyan gelekî girîng in.”

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê dest pê kir.

“Rojeke niştimanî ye”

Mihemed Şiya Sûdanî li Dibistana Wetenê ya li Bexdayê dengê xwe da û ji rojnamegeran re got, “Îro ji bo Îraqê rojeke niştimanî ye. Ez xelkê Îraqê pîroz dikim.”

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an ev cara ewil e hilbijartinên encûmenên parêzgehan tên kirin.

Sûdanî bi bîr anî ku xelkê Îraqê ev 10 sal in ji mafê xwe mehrûm maye û pê de çû:

“Hilbijartina parêzgehan ji bo rêveberiyên xwecihî destkefteke girîng e.

Di van hilbijartinan de hikûmeteke xwecihî ava dibe. Ez ji xelkê Îraqê dixwazim ku beşdarî hilbijartinan bibe.”

Serokwezîrê Îraqê bi bîr xist ku lidaxistina hilbijartinan erkê hikûmetê ye û herwiha tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.

Sûdanî li ser pirsa, “Te dengê xwe da kê?” got, “Min dengê xwe da yê ku heq kir.”

Hilbijartinên parêzgehan

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê dest pê kir.

Hilbijartin li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê tên kirin.

Piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberiyê dikin û mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatine dayîn û dê xelk heta saet 18:00an karibe dengê xwe bide.

Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.

Li 15 parêzgehan ji bo 285 kursiyan hilbijartin tên kirin.

75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.

38 hevpeymanî û 28 partî beşdarî hilbijartinan dibin. Bi tevahî 5 hezar û 904 berbijêr hene ku 70 ji wan serbixwe ne.

Hilbijartin dê bi rêya 206 hezar û 438 karmend û 111 hezar û 714 kamerayan werin kontrolkirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqê ragihand ku dê îro demjimêr 06:00an sindoq werin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst