RÛMADÎ- % 70 ji destê DAIŞê hatiye derxistin

Rûmadî (Rûdaw)- Hêzên Iraqê ji sedî 70 ji bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞê derxistine û tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de ew bajar bi temamî were kontrolkirin.

Serokê Civata Parêzgeha Enbarê Sebah Kerhut di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku artêş û hêzên ewlekariyê li parêzgeha Enbarê bi giştî û bajarê Rûmadî bi taybetî berdewam di pêşveçûnê de ne û niha % 70 ji bajarê Rûmadî kontrol kirine.

Sebah Kerhut herwiha ragihand ku dezgeh Anti-Teror û polîsê federalî û eşîrên çekdar bi tevahî piştevaniya Artêşa Iraqê dikin û bi wê yekê jî ew serketinên mezintir bidest tînin.

Kerhut bal kişand ser wê yekê jî ku artêş û hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymanan roleke mezin di lawazkirin û dorpêçkirina DAIŞê de dibînin, lê hebûna bombeyên çandî bûye sedema sistbûna pêşveçûnên hêzên Iraqê.

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye û piraniya xelkê wê parêzgehê sunî ne, niha hêzên Iraqê dixwazin wî bajêrî ji destê DAIŞê derxînin.