Operasyona Felluca dest pê kir.. Şer li Rûmadî germ e

18-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li Parêzgeha Enbarê dest bi operasyoneke du rojî bo girtina başûrê bajarê Felluca kirin. Berpirsên ewlehiyê jî dibêjin, nêzîk dê bajarê Rûmadî û başûrê Feluce bi temamî ji DAIŞê bên standin.

Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Falih Îsawî di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên ewlehiyê pêşdeçûnên mezin kirine. Di demeke nêzîk de dê serkeftineke mezin li Başûrê Felluce were ragihandin, herwiha li Rûmadî jî dê hêzên Iraql bi ser kevin.”

Fermandarê Hêza Heşda Milîsan li Enbarê Reşîd Fileyih di konfiransekr rojnamevaniyê de ragihand: “Hêzên Iraqê serkeftinên mezin bi dest tînin. Operasyon dê berdewam be heta derxistina DAIŞê ji Enbarê.”

Duhî, Fermandarê Artşa Iraqê Îsmaîl Mehlawî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê karîn êrişa DAIŞê li navçeya Cerayiş a bakurê Rûmadî têk bibin û 4 otomobîlên wan ên bombekirî biteqînin.”

Niha Rûmadî ji 4 aliyan (bakur, başûr, rojava û rojhilat) ve dorpêçkirî ye û hêzên ewlehiyê bi hemû hêza xwe hewl didin ku derbasî nava bajêr bibin û ji destê DAIŞê derxînin.

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye, ji 15ê Gulana îsal de bi temamî di destê DAIŞê de ye û niha hêzên Iraqê di operasyoneke berfireh de ne bo girtina wî bajêrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst