Serokwezîrê Îraqê bangî gel kir: ‘Dakevin kolanan’

18-10-2023
Nîşan Xeze Nexweşxane Êriş Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber êrişa ser Xezeyê, bangî gelê Îraqê kir ku dakevin kolanan.

Şava borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê mijarê peyamek belav kir.

Serokwezîrê Îraqê di peyama xwe de diyar kir ku êrişî gelê bêguneh ê Filistînê hatiye kirin û got:

“Divê li hemberî topbarankirina nexweşxaneyê hemû karmendên dewletê, xwendekarên zanîngehê, karmendên hemû sazî, dezgeh û dibistanan dakevin kolanan û xwepêşandanan li dar bixin”

Li Îraqê şîna giştî hat ragihandin

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî jî li ser “êrişên Îsraîlê” daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Basim Ewadî, da zanîn ku li Îraqê “3 roj şîna giştî” hat ragihandin.

Herwiha Basim Awadî bangî civakên navneteweyî kir û got, “Pêwîst e êdî Îsraîl dawiyê li çalakiya îmhayê bîne ku li bermaberî Filistîniyan daye destpêkirin.”

Li aliyê din êrişa li Xezeyê, li Bexdayê bi xwepêşandanan hat şermezarkirin.

Girseya ku li Meydana Tahirê kom bû, bi dirûşman ev êriş şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst