2 kesayetên Kurd ji bo serokomariya Iraqê bûne namzed

18-09-2018
RÛDAW
 Pêwîst e heta çar rojan namzedê serokomariyê diyar bibe
Pêwîst e heta çar rojan namzedê serokomariyê diyar bibe
Nîşan Hilbijartin Iraq Serokomar Kurd PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du kesayetên Kurd bi awayekî serbixwe xwe ji bo kursiyê serokomariya Iraqê kirine namzed.

 

Parlementoya Iraqê bi fermî radgihan ku îro Sêşemê, derî ji bo wergirtina navên berbijaran bo Serokomariya Iraqê tê vekiirn.


Ofîsa Ragihandina Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de dibêje bi piştgirêdan bi madeya 2 û 3 yên yasaya hijmar 8 ya sala 2012an a yasaya xwe berbijarkirinê bo postê Serokomariyê û Parlamento deriyê xwe li ber xwe berbijêrkirinê vedike.


Li gorî daxuyaniyê, ew kesên dixwazin xwe berbijar bikin û mercên pêşkêşkirina navên xwe hene, pêwîst e bi fermî daxwaziya xwe pêşkêş bikin û CVya xwe bidin parlementoyê.


Derfeta pêşkêşkirina CViyan jî heya 23ê vê mehê ye.


Daxuyaniya parlamentoyê tekez dike ku divê heya 2yê Cotmehê, Serokomar were destnîşan kirin.


2 kurdan xwe kirine berbijêr


Ji aliyê din ve hat ragihand ku heta niha 2 kesayetên Kurd bi awayekî serbixwe xwe ji bo kursiyê serokomariya Iraqê kirine berbijêr.


Serdar Ebdullah ku di xula duyem a parlamentoyê de parlamenterê Goranê bû, û Omer Berzencî ku ew jî Kurd e, û Balyozê Iraqê yê li Romaya Îtalayê ye bi awayekî serbixwe ji bo kursiyê serokomariya Iraqê bûne berbijêr.


Niha tenê çar roj mane ku Kurd xwe derbarê kesî bibe sorokomarê Iraqê de yekalî bike û navê namzedê serokmariyê radestî parlamentoya Iraqê bike. Lê heta niha jî aliyên Kurd bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser vê pirsê negihîtine ti rêkeftinekê, lê li gorî şêwirmendeê Serokomar dê rêkeftin were kirin.


Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Ferhad Eladîn wiha got: “Di proseyê de hinek alozî hene ku PDK jî daxwaza wî kursî dike û YNK jî dibêje berê bo me bû, lewma ew divê ew wek pişka me bimîne. Lê herdu alî dê li ser bicivin û biryarekê bidin.”


Piştî diyarkirina serokatiya Parlamentoya Iraqê, ku para Sunneyan bû, dengdan dê li ser serokomar were kirin. Lewra pêwîst e namzedê serokomariyê diyar bibe. Posta serokomariyê para Kurdan e lê heta niha jî ev mijar nehatiye yekalîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst