Balyozê Brîtanyayê beşdarî Bestoon Talkê bû, Îraqê hişyarî dayê!

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Îraqê nameyeke nerazîbûnê ji Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen re şand.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku wan name bi rêya Birevebira Karûbarên Balyozxaneya Brîtanyayê Ruth Coverdaleyê ji Stephen Hitchen re şandiye.

Wezareta li ser sedema şandiye nameyê ev agahî dan:

“Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen wiha behsa kar û barên siyasî û ewlehiyê yên Îraqê dike ku jê re îmajeke xerab çêdike.”

Li gorî daxuyaniyê, Stephen Hitchen “midaxeleyî kar û barên navxwe yê Îraqê kiriye û ji qada karên li ser milên xwe derketiye.”

Beşdarî Bestoon Talkê bûbû

Wezareta Karên Derve ya Îraqê negotiye bê ma Stephen Hitchen li kû derê ew daxuyanî dane ku xisarê bighînin îmaja Îraqê lê ew 15ê vê mehê beşdarî bernameya Bestoon Talkê ya Rûdawê bûbû.

Stephen Hitchen li ser rewşa Îraqê gotibû:

“Ji bo ku veberhênan hebe divê ewlehî û aramî hebe.”

Stephen Hitchen diyar kiribû ku li Îraqê rewşa ewlehiyê li gorî berê baştir e lê hîn jî metirsî li ser xelkê Brîtanyayê û tewr wî jî heye.