BEXDA- Li cebilxaneyekê teqîn

18-07-2024
Nîşan Bexda Heşda Şeibî Îraq Teqîn Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdaya paytexta Îraqê di depoyeke çek û cebilxaneyan de teqînek pêk hat.

Hêzên çekdar ên Îraqê ragihand li başûrê Bexdayê di depoyeke çek û cebilxaneyan de teqînek çêbûye.

Li gorî şahidan bûyerê piştî teqînê dronek li hewayê hatiye dîtin.

Heşdî Şeibiyê li ser teqînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyekê de wiha got:

“Teqînek di depoya Lîwaya 42an a hêzên me de derket.

Teqîn saet 19:00ê li Fermandarîya Operasyonên Selahedîn li başûrê Bexdayê pêk hatiye.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê yên Bexdayê dest bi lêkolînê kirin û tîmên rizgarkirinê gihîştin cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan ji ber teqînê ti ziyanên canî yên endamên Heşdî Şabiyê çênebûne.

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst