Yekem daxuyaniya Iraqê li ser êrîşa bi dron a li ser rêya Mûsil-Şingalê

18-07-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Mûsil Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Neynewayê ragihand, drona ku duh piştî nîvro li rojavayê Mûsilê otomobîlek kire armanc û 5 kes têde hatin kuştin, ya Tirkiyê bûye û êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta Bexdayê kir, êrîşên Tirkiyê yên di nav axa Iraqê de rawestîne.

Parêzgarê Neynewayê, Necim Cibûrî di daxuyaniyekê de got, roja Yekşembê saet 14:20 piştî nîvro, balafireke bê firokevan otomnobîleke sivîl li rojavayaê Mûsilê kire armanc, û 5 kes tê de hatin kuştin.

Necim Cibûrî bi tundî wê êrîşê protesto dike û ji hikûmeta Iraqê dixwaze rûbirûyê êrîşên Tirkiyê bibe.

Doh Yekşembê 17ê Tîrmeha 2022an li rojavayê bajarê Mûsilê dronekê otombîlek kir armanc ku di bordûmanê de 5 kes hatine kuştin.

Nûnerê Mûsilê di Parlemantoya Iraqê de Şêrwan Dûberdanî doh ji Rûdawê re ragihandibû, firokeyeke bê firokevan îro li taxa Dîcleyê û li nêzîk Deriyê Şamê ku dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, otomobîleke ji corê Chevrolet a bi plaka Hewlêrê kire armanc û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar in.

Wî parlamenterî destnîşan kiribû, cihê ku hatiye bordûmankirin, dikeve ser rêya Badoş-Kesk û Til Efer-Şingalê.

Dije-Terora Kurdistanê jî ragihand, drona ku êrîş pêk aniye ya Tirkiyê bûye û li rojavayê Mûsilê “otomobîleke çekdarên PKKê” kiriye armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst