Qesabê berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê

18-06-2024
Nîşan Besre Qeseb Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Besreyê ya Îraqê qesabekî berê 4 hevalên xwe kuştin, parçe kirin û avêtin çopê.

Polîsê Besreyê ragihand ku ew kes ji Misirê ye û hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku ew kes berê li Misirê qesab bûye û piştî ku 4 hevalên xwe bi kêr û çakûçan kuştine ew hûr kirine û avêtine çopê.

Polîsê Besreyê da zanîn ku her 4 kesên kuştî jî ji Misirê ne û beriya ku wan hûr bike serê wan biriye.

Qesabê berê piştî ku hevalên xwe hûr kirine ew avêtine du tenekeyên gilêşê yên li du taxên cuda yên Besreyê.

Li gorî agahiyên ku polîsan dane, navê wî gumanbarî “Memdûh” e û hewl daye bireve Bexdayê.

Piştî ku hatiye desteserkirin li xwe mikur hatiye û daye zanîn ku wî perçeyên terman avêtine deverên cuda.

Li hêla din, li gorî agahiyên ku polîsan dane her 4 kesên kuştî jî li Besreyê karker bûne.  

 Serokê Navenda Mafên Mirovan a Îraqê Elî Îbadî bûyer ji Rûdawê re piştrast kir û got:

“Polîsan dest bi lêkolînê kiriye. Heta niha sedema bûyerê ne diyar e.

Kes nizane bê ma wî çima hevalên xwe ser jê kirine û lê ew berê bi hev re xebitîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst