Li Iraqê di mehekê de 61 xezal ji birçîna mirin

18-06-2022
RÛDAW
Nîşan Xezal Iraq Sawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xezalên li Iraqê yên ku jîngeha wan bûye çol ji birçîna dimirin û ew dibin qurbaniyên herî dawî li welatekî ku kêşeyên guherîna keşûhewayê û salên şer bi zelalî xuya dikin.

Hat diyarkirin ku tenê di mehekê de, li herêma Sawa ya parastî li Iraqê hejmara xezalên bi qiloçên zirav ji 148an daket 87an, di meha dawî de 61 gazel mirin.

Ji ber hişkesaliyê li Iraqê gol miçiqîn û bû sedema kêmbûna berheman, ji bilî vê nebûna fonan û kêmbûna baranê, xezal ji xwarinê bêpar hîştin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih hişyarî da û diyar kir ku têkoşîna li dijî guherîna keşûhewayê "divê ji bo Iraqê bibe pêşengiyeke niştimanî, ji ber ku ew metirsiyeke mezin e li ser pêşeroja nifşên nû."

Ev ajelên narîn bi qiloçên xwe yên xwar û bi pirçên xwe yên rengê qûmê tên naskirin. Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ev xezal xistine lîsteya ajelên di xetereyê de.

Ev xezal li derveyî Iraqê, bi piranî li çolên Lîbya, Misir û Cezayîrê têne dîtin lê li gorî "lîsteya sor" hejmara wan li van welatan ji çend sed hezaran derbas nake.

Berpirsê herêma parastî ya Sawayê Turkî el-Ceyaşî destnîşan kir ku hejmara xezalan tenê di mehekê de heta dawiya Gulanê ji sedî 40 kêm bûye.

Turkî el-Ceyaşî got, “Zêde çavkaniyên xwarinê nemane ji ber ku hikûmetê fonên pêwîst neşandin.”

Iraq ji ber çandinî û pêşketinên din ên jêrxanê di warê aborî de zehmetiyê dikişîne.

Turkî el-Ceyaşî her wiha anî ziman, “Guherîna keşûhewayê bi tundî bandor li xezalan kiriye.”

Li gorî rayedarekî wezareta çandiniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, li sê herêmên din ên parastî di sê salên dawî de hejmara xezalan ji sedî 25 kêm bûye û bûye 224.

Sedema mirina xezalan li El-Madain, Diyala û Kerkûkê bi "nebûna fonên giştî" ve hat têkildarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst