Derbeyek giran li DAIŞê dan: Baregahên lîwa û firokeyan hatine wêrankirin

Mûsil (Rûdaw) – Dezgeha Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand, li rojavayê Mûsilê Lîwaya Ebû Ubeyde ya DAIŞê hatiye wêrankirin, 10 çekdar û hejmareke pisporên çêkirina firokeyên bê firokevan hatine kuştin.

 

Rêveberiya Dezgeha Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li taxa Sewra ya rojavayê Mûsilê firokeyên hevpeymaniya navdewletî di encama komkirina zanyariyên îstîxbaratî de, baregaha Ebû Ubeyde ya ser bi Firqeya Fîrqan a DAIŞê bombebaran kirine.

 

Li gorî daxuyaniyê di encama bombebaranê de 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û fermandarê vê lîwayê Salim El Osman (Ebû Qehtan) jî birîndar bûye.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku firokeyên hevpeymanan li taxa Îslah Ziraî ya Mûsilê baregaha firokeyên bê firokevan jî bombebaran kiriye û ev baregah wêran kiriye. Di encamê de hemû pisporên biyanî yên çêkirina van firokeyan jî hatine kuştin.

 

Berpirsên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî diyar dikin, ku nêzîkî hezar çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê mane.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî John Dorrian ji Rûdawê re got; “Nêzîkî hezar çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê mane, ku ew jî ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine dorpêçkirin. Derfeta reva wan nîne, yan divê xwe radest bikin an jî dê werin kuştin.”

 

Dorrian herwiha got; “Wv qonaxekê xeter û giran e. çimkî gelek kesên sivîl li herêmê mane û DAIŞ wan weke mertal bikar tîne. Lewma hêzên iraqî bi hesasî û hişyarî berbi pêşve diçin. Ji bo têkbirina DAIŞê niha mirov nikare demekê diyar bike.”