Li Kerbela giranbûna pêdiviyên rojane xelk dilgiran kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Daxistina deriyên sînorî yên Iraqê li gel hejmareke welatan ji wan jî Îranê, bûye sedema bilind bûna bihayê hejmareke kelûpel û pêdawîstiyan li Kerbela û parêzgehên din yên Îraqê.

Metirsiya zêdetir belavbûna vîrûsa koronayê hikûmeta Iraqê neçar kir ku piraniya sînorên xwe bigire û li çendîn parêzgehan jî qedexeya çûn û hatinê rabighîne, welatî ji vê pêngavê nîgeran in û ji wê yekê ditirsin ku nikaribin xwerak û pêdiviyên serekî peyda bikin, loma diyardeya bikom a kirîna pêdiviyên rojane serî hildaye û hinek dikandar û bazirganên parêzgeha Kerbela jî ev yek wek derfet dîtine bo bilindkirina bihayên kel û pelan.

Li Kerbelayê kirîna bi komî xwarinê û pêdawîstiyên rojane bûye diyardeke berçav û xelk ditirsin ku ji ber belavbûna vîrosa koronayê tişt di bazaran de nemîne û ew nikaribin xwerak û pêdiviyên serekî peyda bikin.

Welatiyê bi navê Cewdet Qasim dibêje: “Ji ber qedexekirina çûn û hatina xelkê, ji ber belavbûna nexweşiya koronayê, daxwaz kirin xelk neyên derve, daku yên din pê nekevin û yên pê dikevin zêdetir nebin, loma kirîn zêdetir bû, dema kirîn zêdetir bû, kel û pel jî giran bûn, nirx bilind bûn.”

Li beramber hikûmeta xwecihî ya Kerbela dibêje ku çavdêriya bazarê dikin û tedbîrên dijwar li beramber wan kesan wergirtine ku rewşê wek derfet bikar tînin bo bilindkirina bihayê kel û pelan.

Aliyên peywendîdarên Kerbela zêdetirî 100 kesan ji ber bilind kirina bihayê kelûpelan girtiye.

Derbarê mijarê de Cîgirê Parêzgarê Kerbela Elî Meyalî jî got: “Piştî biryara Şaneya Krîzê ku çûn û hatin heta sê rojan qedexe kir û armanc kontrolkirin û rêgirtin e li belavbûna nexweşiyê, mixabin kesên nefs-nizim ev yek wek derfet bikaranîne bo bilindkirina bihayê xwerak û şînkahî, lê aliyên emnî û îstîxbaratê çavdêriya wan dikirin û doh zêdeyî 75 û îro 23 bazirgan û cotkar desteser kirine.”

Li gor amarên fermî, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdeyî 130 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 26 ji wan baş bûne û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.