DAIŞê 5 kes serjêkirin

 

Mûsil (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê li Mûsilê bi tawanên madeyên hişber û sêhrkirinê 5 kes serjêkirin.

 

Çavkaniyekê di operasyonên Mûsilê de erkdar ji Rûdawê re got DAIŞê 5 kesên temenên wan dorê 30ê bi sêhrkirinê û bikaranîna madeyên hişber tawanbar kir û serjêkirin.

 

Çavkaniya nexwestî navê wî bê diyarkirin got çekdarên DAIŞê li başûrê Mûsilê li qada girtîgeha berê li ber çavên xelkê ew 5 kes kuştin.

 

Rêxistina DAIŞê di meha Sibatê de li navçeya Hewice ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, 12 çekdarên xwe ji ber ku cixare kêşandibûn, kuştibû.

 

Li hin cihên ku ji rêxistinê hatîn rizgarkirin cixare, alkol û madeyên hişber hatibûn dîtin.