Beşîr Hedad berbijêrê posta Wezareta Dadê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê navê berbijêrê bê alî bo posta Wezareta Dadê yê Iraqê ji Rûdawê re eşkere kir.

 

Beşîr Hedad di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku berbijêrê bê alî yê ji bo Wezareta Dadê yê Iraqê, dadwer Dara Nûredîn e û ji bilî navê wî, navê ti kesekî din nehatiye pêşkêşkirin.

 

Beşîr Hedad di derbarê projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo îsal (2019) de jî da xuyakirin, ku wan qonaxa yekem derbas kiriye, ew jî çespandina madeyekê ye bo wê projeyasayê.

 

Beşîr Hedad li ser pişka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), posta cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê wergirtiye.

 

Tevî ku kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî dest bi karên xwe kiriye, lê belê hêj pêkhateya kabîneyê temam nebûye û çend wezaret hêj mane, ku wezîrên wan nehatine destnîşankirin.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) daxwaz dike, ku posta Wezareta Dadê ya Iraqê ji wê partiyê re were veqetandin, lê belê heta niha nekariye wê daxwaza xwe bide cîbicîkirin.