Iraqê lîsta reş a Balyoz û Konsulan amade kir!

18-01-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Lîsta reş Balyoz Konsul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Iraqê lîsteke reş a Balyoz û Konsulên Iraqê yên li derve amade kiriye û dixwaze wan ji kar dûr bixe.

 

Li gor agahiyan, Wezareta Derve ya Iraqê lîsteke reş amade kiriye, ku navên 30 Balyoz û Konsul ên wî welatî yên li welatên biyanî tê de ye û dixwaze wan ji kar dûr bixe.

 

Endmaa Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Semîre Mûsewî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew demek e ku Wezareta Derve ya Iraqê kar li ser dûrxistina wan balyozan dike ku xwediyê 2 nasnameyan in. Çimkî bandoreke nerênî dike li ser siyaset û dîplomasiya derve ya Iraqê.”

 

Semîre Mûsewî herwiha got: “Me di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoyê de li ser vê mijarê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm ceiferî axiviye û wî jî soz daye ku sînorekê ji wê yekê re danê.”

 

Mûsewî  tekez jî kir: “Çend Balyoz û Konsul hene ku bawerînameya xwandinê ya wan saxte ye. Wezareta Derve lîsteke navê wan balyoz û konsulan şandiye parlamentoyê. Wezîrê Derve yê Iraqê jî tekezî li ser wê kiriye ku ew gendelî di serdema hikûmeta berê de hatine kirin, lê belê erkê ser mile Wezîrê Derve yê niha ye wan şaşiyên hikûmeta berê rast bike.”

 

Her di çarçoveya wan hewlên reformê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî dixwaze navê wan bbalyozan pêşkêşî Encumena Wezîran a Iraqê bike, ku li gor vê daxwazê ewên xwediyê 2 nasname ne, yan xwediyê bawerînameyên saxte ne, ji kar werin dûrxistin.

 

Li gor agahiyan, lîsta ku hatiye amadekirin, navê 30 kersan têde ye. Her di meha Tebax a 2015ê de Îbrahîm Ceiferî 7 balyozên Iraqê yên li derve ji karên xwe dûr xistin ku bawerînameyên wan saxte bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst