Urdun dê hêzên Iraqê perwerde bike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Ragihandin û Gihandinê yê Urdunê Mihemed el-Mumnî ragihand ku welatî wî dixwaze hêzên ewlekariya Iraqê li ser şerê li dijî “terorê” perwerde û rahênanê bike.

El-Mumnî ji televizyona Skynews a erebî re got ku ew gotûbêjên di navbera Urdun, Iraq û Amerîka de destpêkirine ji bo hêzên ewlekariya Iraqê li ser xaka Urdunê bêne perwerdekirin.

El-Mumnî diyar kir ku Hikûmeta Urdunê dikare bi erkê rahênana hêzên ewlekariya Iraqê rabe, ji ber baştirîn navendên wê yên perwerdeya leşkerî û ewlekarî hene.

Urdunê di gulana 2010an de hêzên Iraqê li ser pêkanîna operasyonên taybet perwerde kiribûn.

Ev xwesteka Urdunê di demekê de tê ku ev çend hefte ne şerê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarokên Rûmadî û Felûce li parêzgeha Enbarê zêde bûne.