Hejmarek mûşek li nêzîkî balyozxaneya Amerîka ketin

17-11-2020
Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê da zanîn ku dengê teqînan li navçeya Kesk jî hatiye bihîstin
Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê da zanîn ku dengê teqînan li navçeya Kesk jî hatiye bihîstin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bexdayê, 6 mûşek li nêzîkî balyozxaneya Amerîka ketin û peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê ragihand, ku dengê teqînan li navçeya Kesk hatiye bihîstin.

Li gor agahiyên berdest li Bexdayê îşev 6 mûşek li nêzîkî balyozxaneya Amerîka ketin.

Peyamnêrê Rûdaw li Bexdayê da zanîn ku dengê teqînan li navçeya Kesk jî hatiye bihîstin.

Herwiha li gor agahiyên destpêkê zarokek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye ku Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku bi ferman serokê wî welatî Donald Trump wan dest bi vekişandina beşekî ji hêzên xwe li Iraqê kiriye û hejmara leşkerên xwe bo 2500 hezaran kêm dikin.

Pentagon dibêje, ku biryara vekişandina hêzên wan, bi fermana serokê Amerîka Donald Trump, û bi şêwira li gel serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û fermandeyên leşkerî bûye û ewê di demjimêrên bê de, dest bi vekişandina beşekî ji hêzên xwe ji Iraqê bikin.

Bi gotina Pentagonê, ku ew hêzên xwe li Iraqê ji 3200 heta 2500 leşkerî kêm dikin, herweha ewê hêzên xwe li Efxanistanê jî ji 5000 heta 2500 leşkerî kêm bikin.

Wezareta berevaniya Amerîka gotiye jî, ku biryara kêmkirina hêzên wan heta 15ê Çileua 2021an bi tevahî tê cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst