Qonaxa dawî ya girtina Rûmadî dest pê kir

17-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Rûmadî (Rûdaw)- Operasyona berfireh a hêzên Iraqê bo derxistina bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞê ketiye qonaxa dawî de.

Hêzên Iraqê li parêzgeha Enbarê pêşde diçin û niha li derdora bajarê Rûmadî ketine qonxa dawî de bo girtina wî bajêrî bi temamî, ku xwe derbasbûna nava bajêr re amade dikin.

Li gorî agahiyan, Hêzên Iraqê di qonaxa berî dawî de karîn derdora bajêr bigirin û bi gotina xwe, rêyên sereke bo gihîştina alîkariyan bo DAIŞê li nava bajêr qut bikin.

Niha Rûmadî ji 4 aliyan (bakur, başûr, rojava û rojhilat) ve dorpêçkirî ye û hêzên ewlehiyê bi hemû hêza xwe hewl didin ku derbasî nava bajêr bibin û ji destê DAIŞê derxînin.

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye, bi temamî di destê DAIŞê de ye û niha hêzên Iraqê di operasyoneke berfireh de ne bo girtina wî bajêrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst