Efserekî pilebilind xwe avêt Çemê Dîcleyê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Efser Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Efserekî pilebilind ê Îraqê li parêzgeha Wasitê xwe ji pirekê avêt û kuşt.

Navê efserê pilebilind ê Îraqê yê ku xwe kuştiye Numan Ebdullah Sail Memûrî ye.

Pileyê efserê bi navê Numan Ebdullah Sail Memûrî nû hatibû bilindkirin.

Berdevkê Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Wasitê Elî Mihemed ji Rûdawê re ragihand:

“Efserê ku di Wezareta Parastinê ya Îraqê de dixebitî, demjimêr 19:30ê êvarî dema ku bi hevjîna xwe re li ser Pira Siwêreyê bû, xwe avêt Çemê Dîcleyê û kuşt.”

Roja Pêncşemê 29ê Sibata 2024an, Wezareta Tendirustiyê ya Îraqê stratejiya niştimanî ya ji bo nehiştina xwekujiyê ragihand.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îraqê Salih Hesnawî di konferansa destpêkirinê stratejiyê de da zanîn ku Îraq duyemîn welatê endama Komkara Erebî ye ku wê stratejiyê radigihîne.

26ê Îlona 2023yan Encûmena Wezîran a Îraqê stratejiya niştimanî ya nehiştina xwekujiyê pesend kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst