Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd dest bi kar kir

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Letîf Reşîd Serokkomarê Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ê ku roja Pêncşema ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatibû hilbijartin, îro li Bexdayê bi merasîmeke fermî dest bi karê xwe kir.

Salek piştî hilbijartinên giştî, Parlamentoya Iraqê di 13ê Cotmeha 2022an de bi beşdariya 269 parlamenteran serokkomar hilbijart. Serokomarê berê Berhem Salih û Letîf Reşîd wek berbijêr ketin hilbijartinê. Di hilbijartina ku bi duu geran hate kirin Letîf Reşîd ê ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hat piştgirîkirin, bi 162 dengan li hember 99 dengan wek serokomarê nû hat hilbijartin.

Xanima Yekem bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîmê bû

Letîf Reşîd îro bi merasîmekê li Koşka Selam a Serokomariyê dest bi kar kir. Hevjîna Letîf Reşîd û xanima yekem a nû ya Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi cil û bergên Kurdî beşdarî merasîmê bû.

Serokkomarên berê Fûad Mehsûm û Berhem Salih, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, endamê Polîtburoya YNKê Qûbad Talebanî û rayedarên Iraqî beşdarî merasîmê bûn.

Reşîd: Iraq fedakariya artêşê û Pêşmerge ti carî ji bîr nake

Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd di destpêka axaftina xwe ya li merasimê da got, “Ez spasiya nûnerên gelê Iraqê dikim ku baweriya xwe bi min anîne.”

Reşîd amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê di demeke nêzîk de wek serokomar plan û projeyên xwe ragihîne û anî ziman, “Em dê giraniyê bidin daxwazên gelê Iraqê û bi hemû hêza xwe dê hêzên siyasî li hev kom bikin.”

Letîf Reşîd diyar kir ku ew dê teqezî li ser danîna peywendiyên hevseng bi welatên cîran re bikin û dê ji bo bihêzkirina serweriya Iraqê kar bikin.

Serokkomarê nû her wiha destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de karê wî yê pêşîn e.

Reşîd spasiya hêzên ewlehiyê jî kir û got, “Iraq, fedakariya artêşê û Pêşmerge dê ti carî ji bîr nake.”

4emîn serokkomarê Kurd ê Iraqê

Bi bidawîhatina dîktatoriya Sedam re, Kurd ji sala 2003an vir ve serokkomariya Iraqê birêve dibin.

Letîf Reşîd çaremîn Kurd e ku li Bexdayê serokkomariya dike. Berê jî Celal Talebanî, Fuad Mehsûm û Berhem Salih serokomar bûn.

Letîf Reşîd di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1968an de li Zankoya Liverpoolê Endezyariya Avahiyan qedandiye.

Wî di sala 1976an de doktoraya xwe ji Zankoya Manchesterê wergirt. Li Yemen û Erebîstana Siûdî bû rêveberê projeya FAOyê. Ji bo endamtuya Encûmena Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Iraqê (INC) hate hilbijartin. Di sala 1986an de nûnerê Brîtanyayê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû. Di sala 2004an de bû Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê.

Di heman demê de li cem Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî jî bû misteşar. Letîf Reşîd ê ku bi Şanaz Îbrahîm a keça Îbrahîm Ehmed re zewicî ye û 2 zarokên wî hene, di heman demê de hevlingê Celal Talebanî ye.

Erkên Serokkomar li gorî Destûra Iraqê

Di madeyên 58, 60, 61, 64, 73, 78 û 81 ên destûra bingehîn a Iraqê de, bi kurtî erk û desthilatên serokomar wiha hatine destnîşankirin:

- Parastina serxwebûna Iraqê, yekîtî, ewlehî û destûrê

- li Iraqê hêza komkirina Encûmena Nûneran bi awayekî awarte li ser mijarên ku di qada navneteweyî de tên rojevê.

- Daxwaza rûniştina yasayî ya Iraqê ji mehekê zêdetir neyê dirêjkirin.

- Pêşkêşkirina pêşniyara qanûnan

- Vekişandina baweriyê ji Serokwezîr û daxwaza pêbaweriyê ji Encûmena Nûneran

- Pesendkirina daxwaza Serokwezîr a ji bo hilweşandina parlamentoyê

- Eger Encûmena Nûneran xwe fesh bike banga hilbijartinên pêşwext

- Erkdarkirina fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ji bo avakirina hikûmetê

- Di dema valabûna cih de peywira Serokwezîrtiyê pêk tîne

- Dikare di nava heft rojan de guhertinên destûrî ji Serokwezîr re pêşniyar bike û pesend bike

- Li ser pêşniyara serokwezîr, efûya taybet ji bo kesên ku bi tawanên navneteweyî, terorîzm, gendeliya darayî û îdarî û her wiha yên têkildarî mafên taybet tên mehkûmkirin

- Tesdîqkirina peyman û peymanên navneteweyî piştî erêkirina wan li Encûmena Nûneran, piştî 15 rojan ji roja wergirtinê re dê were pejirandin

- Tesdîqkirina qanûnên ku ji aliyê Encûmena Nûneran Iraqê ve hatine pesendkirin, piştî 15 rojan ji roja wergirtina wê erêkirî tê hesibandin

- Civîna Encûmena Nûneran a hilbijartî di nava 15 rojan de piştî pejirandina encamên hilbijartinê

- Li ser pêşniyara serokwezîr dayîna xelata madalya û nîşanan

- Pêşwaziya balyozan

- Weşandina biryarnameyên komarê

- Pejirandina cezayên darvekirinê yên ji aliyê dadgehên pispor ve

- Erka Fermandeyê Bilind ê Hêzên Çekdar di karûbarên rêzgirtin û merasîmê de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst