Serokkomarê Iraqê dest bi kar dike; madeya 140 yek ji mijarên girîng e ku rûbirûyî wî dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di merasîmekê Letîf Reşîd bi şêweyeke fermî dest bi karê Serokkomariya Iraqê dike. Erebkirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê yek ji mijarên girîng in ku rûbirûyî serokkomar dibe. Yek ji mijarên di çarçoveya madeya 140 a destûra Îraqê ye.
Guhartina demografiyê û Erebkirinê li Kerkûk û li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam e. Li van navçeyan metirsiyên cidî li ser hebûna Kurdan hene, her li wan navçeyan, ji ber metirsiyên DAIŞê hejmareke gundên Kurdan hatine valakirin.
Li Xaneqînê jî Erebên hawirde dest datînin ser mal û milkên Kurdan û herî kêm 36 gundên Kurdan ên ser bi Xaneqînê ve hatine valakirin.
Li sînorê Kerkûkê beşek ji navçeyên Kurdistanî ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ye zêdetirî %50yê axa Başûrê Kurdistanê di bin metirsiyeke cidî ya guhertina demografiyê û bi Erebkirinê de ye. Her ku diçe metirsî û gef zêdetir dibin û bi çend şêwazan hewlê Erebkirinê tê dayîn. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê jî zextên li ser Kurdên navçeyê zêdetir bûne.
Endamê Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê Sîrwan Baban got, “Projeya Erebkirina herêmên derveyî rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her berdewam kiriye, ranewestiyaye. Ji ber ku ev hişmendiya wan xelkên ku Iraqê birêve dibine. Bi a wan em zêde ne li ser vê gerdûnê. Êdî li dost û dijminan nanêre, siyaseteke dûrûdirêj e. Xelkê rojhilatî dibêjin em xak dagir bikin lê rojavayî dibêjin em hiş dagir dikin. Qet neguheriye, Kurdan her ji xwe tiştek dane.”
Li parêzgeha Kerkûkê, li ser milyonek û 200 hezar donim erd û navçeya Xurmatû ya sînorê parêzgeha Selahaddîn jî li ser 10 hezar donim erd pirsgirêk heye.
Niha jî çav li ser Serokkomarê Iraqê yê nû ne, wek Kurdek bikaribe pêşî li wê Erebkirinê bigre û pirsgirêkên sînor çareser bike.
Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl anî ziman, “Şingal jî ji wan herêmên ku di nava madeya 140 de ye. Made destûrî ye, çi di nava mala Iraqê de çi ji derveyî welat, Serokkomar dikare ji bo cibicîkirina vê madeyê bixebite. Ya din jî li gor remziyetê, çareseriyeke berdewamî ji Şingalê re bike. Ew jî behsa cenosayda Êzidiyan û Şingalê bike, ji bo avakirina Şingalê daxwazê ji balyozxaneyan û welatan bike.”
Navçeya Mexmûrê ya ku dikeve sînorê parêzgeha Neynewayê, li sînorê nahiya Gwêr a ser Mexmûrê 7 gund vala bûn. Li herêma Çiyayê Qereçûxê jî nêzîkî 14 gund vala bûne. Li Qeracê jî nêzîkî 20 gundê Kurdnîşîn vala bûne û nişteciyên wê ji ber metirsiya DAIŞê û komên çekdar nikarin vegerin.
Li vê derê li Xaneqînê jî valakirina gund û destbiserde girtina erdên Kurd û gefxwarina li hêzên Kurdî berdewam e. Li gor amarên Saziya Çandiniya Xaneqînê, ku dikeve sînorê parêzgeha Diyala, piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017an 36 gundên Kurdan li sînorê Xaneqînê li parêzgeha Diyalayê hatine valakirin û Erebên hawirde dest bi ser nêzîkî hezar donim erdê Kurdan de girtine.