Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê encamên dawî yên hilbijartinê ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê piştî hejmartina bidest a dengan encamên temam ên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext belav kirin.
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Ednan Celîl li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de encamên dawî yên hilbijartinê ragihandin.
Ednan Celîl got, li 3 hezar û 681 navendên dengdanê hejmartina bi dest a dengan temam bûye û encam li gel hejmartina elektronîk ji %100 hev digire.
Ednan Celîl eşkere kir ku encamên temam ên hilbijartinê li ser malpera komîsyonê hatine belavkirin û got, Komîsyona Hilbijartinê bi awayekî wekhev nêzikî hemû aliyan dibe û erka saziya wan ew e dengên dengderan biparêzin û di vê de jî “serkeftî” bûne.
Ednan Celîl tekez jî kir ku ew rijd in li ser paqijiya hilbijartinan û heta encamên hilbijartinê neyên pesendkirin, dê wek encamên ne fermi bimînin.
Kursiyên aliyan li Herêma Kurdistanê bi awayî ne:
- PDK 33
- YNK 16
- Nifşê Nû 9
- Yekgirtûya Îslamî 4
- Komela Dadgerî 1
Encamên dawî yên hemû aliyan li Herêma Kurdistanû Iraqê bi vî awayî ne:
Tevgera Sedir 72
Teqedûm 37
Serbixwe 35
PDK 33
Dewleta Yasa 33
Hevpeymaniya Fetih 16
Hevpeymaniya Kurdistan 16
Ezim 13
Nifşê Nû 9
Tevgera Îmtîdad 9
Îşraqeya Kanûn 6
Hevpeymaniya Eqdî Niştimanî 5
Hevpeymaniya Tesmîm 5
Hêza Dewlet 4
Cemahîrna 3
Yekgirtû 4
Tevgera Hesim 3
Tevgera Furateyn 1
Hevpeymaniya Erebî li Kerkûk 1
Cemahîrna Niştimanî 1
Projeya Niştmaniya Iraq 1
Menteca Niştimanî 1
Kombûna Seneda Niştimanî 1
Kombûna Îqtîdara Niştimanî 1
Kombûna Xelkê Wasit 1
Hevpeymaniya Amala Niştiman 1
Hevpeymaniya Nehca Niştiman 1
Bereya Tirkmenî 1
Komela Dadgerî 1
Tevgera Bîladî 1
Tevgera Hiqûq 1
Partiya Niştiman 1
Qadîmûn 1
Kutleya Wefa û Texîr 1
Hilbijartina pêşwext a 10ê Cotmehê
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandibû, rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên 10ê Cotmehê de ji %41 bûye ku li gor hilbijartina sala 2018 daketiye, ku wê demê rêjeya beşdariyê ji sedî 44 bû.
Li Iraqê ji 2003yan vir ve cara 5an hilbijartin hat kirin û ji 2003yan ve bi rêjeya ji %41 hilbijartina ku beşdariya xelkê tê de herî kêm ya îsal bû.