Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê encamên dawî yên hilbijartinê ragihandin

17-10-2021
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Hilbijartinan Iraq Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê piştî hejmartina bidest a dengan  encamên temam ên destpêkê yên hilbijartinên pêşwext belav kirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Ednan Celîl li Bexdayê di  konferanseke rojnamevanî de encamên dawî yên hilbijartinê ragihandin.

Ednan Celîl got, li 3 hezar û 681 navendên dengdanê hejmartina bi dest a dengan temam bûye û encam li gel hejmartina elektronîk ji %100 hev digire.

Ednan Celîl eşkere kir ku encamên temam ên hilbijartinê li ser malpera komîsyonê hatine belavkirin û got, Komîsyona Hilbijartinê bi awayekî wekhev nêzikî hemû aliyan dibe û erka saziya wan ew e dengên dengderan biparêzin û di vê de jî “serkeftî” bûne.

Ednan Celîl tekez jî kir ku ew rijd in li ser paqijiya hilbijartinan û heta encamên hilbijartinê neyên pesendkirin, dê wek encamên ne fermi bimînin.

Kursiyên aliyan li Herêma Kurdistanê bi awayî ne:

- PDK 33

- YNK 16

- Nifşê Nû 9

- Yekgirtûya Îslamî   4

-  Komela Dadgerî 1 

Encamên dawî yên hemû aliyan li Herêma Kurdistanû  Iraqê bi vî awayî ne:

Tevgera Sedir 72

Teqedûm 37

Serbixwe 35

PDK   33

Dewleta Yasa 33

Hevpeymaniya Fetih 16

Hevpeymaniya Kurdistan 16

Ezim 13

Nifşê Nû 9

Tevgera Îmtîdad 9

Îşraqeya Kanûn 6

Hevpeymaniya Eqdî Niştimanî 5

Hevpeymaniya Tesmîm 5

Hêza Dewlet 4

Cemahîrna 3

Yekgirtû 4

Tevgera Hesim 3

Tevgera Furateyn 1

Hevpeymaniya Erebî li Kerkûk 1

Cemahîrna Niştimanî 1

Projeya Niştmaniya Iraq 1

Menteca Niştimanî 1

Kombûna Seneda Niştimanî 1

Kombûna Îqtîdara Niştimanî 1

Kombûna Xelkê Wasit 1

Hevpeymaniya Amala Niştiman 1

Hevpeymaniya Nehca Niştiman 1

Bereya Tirkmenî 1

Komela Dadgerî 1

Tevgera Bîladî 1

Tevgera Hiqûq 1

Partiya Niştiman 1

Qadîmûn 1

Kutleya Wefa û Texîr 1

Hilbijartina pêşwext a 10ê Cotmehê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandibû, rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên 10ê Cotmehê de ji %41 bûye ku li gor hilbijartina sala 2018 daketiye, ku wê demê rêjeya beşdariyê ji sedî 44 bû.

Li Iraqê ji 2003yan vir ve cara 5an hilbijartin hat kirin û ji 2003yan ve bi rêjeya ji %41 hilbijartina ku beşdariya xelkê tê de herî kêm ya îsal bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst